Tayîna rektorên 3 zanîngehan
Serokomar Erdogan ji bo 3 zanîngehan rektor tayîn kir.
Ankara
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo 3 zanîngehan rektor tayîn kir.
Li gor daxuyaniya ku Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê da Serokomar Erdogan di çarçoveya xala 130yemîn a Makezagonê, xala 13mîn a Qanûna Perwerdehiya Bilind a bi jimara 2547an û li ser pêşniyaza heyetên mutewellî û nêrîna erênî ya Lijneya Perwerdehiya Bilind ji bo 3 zanîngehan rektor tayîn kir.
Li gor vê ji bo Rektoriya Zanîngeha Bîlkent Îhsan Dogramaciyê Prof. Dr. Abdullah Atalar, ji bo Zanîngeha Îstanbul Gedîkê Prof. Dr. Zafer Utlu û ji bo Rektoriya Zanîngeha Ozyegînê jî dîsa Prof. Dr. Ferîde Esra Gençturk tayîn kir.
Serokomar Erdogan Rektorê Zanîngeha Antalya AKEVê Prof. Dr. Hayatî Aktaş jî ji wezîfeyê hilda.