Abdullah Tel
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
ANKARA
Îbareya "Serokwezîrî"yê ya li ser tabelaya Misteşariya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) wek "Serokomarî" hat guhertin.
MÎT bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da ya jimara wê 694 bû û di çarçoveya Rewşa Deresayî da hat derxistin, ji Serokwezîriyê hat qetandin û bi Serokomariyê va hat girêdan.
Piştî vê guherandinê îbareya li ser tabelaya deriyê têketina MÎTê jî hat guhertin.
Di guherandina tabelayê da îbareya "Serokwezîrî"yê hat derxistin û di şûnê da "Serokomarî" hat nivîsandin.
Beriya guherandinê li ser tabelayê " Misteşariya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî ya Serokwezîriya K.Tê" hebû û bi guherandinê va li ser tabelayê "Misteşariya MÎTê ya Serokomariya K.Tê" hat neqişkirin.