ANKARA
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi nûnerên hin saziyên sivîl û rîspiyan re di fitara ku li Ankara Palasê hat dayîn de hat bal hev.
Serokwezîr Erdogan piştî fitarê axaftinek kir û di serî de Hezretê Pêxember, Hezretê Elî, Hezretê Hesen û Huseyîn hemû Ehlê Beytê bi hurmet bi bîr anî û pişt re dest bi axaftina xwe kir.
Erdogan got ku "Ew kesên xwestin ku li Rojhilata navîn birayan wekî sunî û şiî dabeş bikin û berdin hev, heman lîstikê li Tirkiyeyê jî bilîzin. Car carna jî vê lîstikê geş kirin û ceribandin ku li Tirkiyeyê car din bilîzin. Bê hed şikir ji Xwedê re ku Tirkiye digel ew qas kemînên ku hatin danîn, dîsa neket nav kemîna nîfaqê. Bi izna Xwedê jî dê nekeve vê kemînê. Elewî û sunî tekane piştevanên hev in."
Erdogan wiha axivî: "Bawer bikin ku li derveyî welatê me jî piraniya welatên ewropayî mixabin ku plan û projeyên bi her awayî dikin ku me berdin hev."
Erdogan bi bîr xist ku di bin Serokatiya Karên Diyanetê de li Stenbolê civîneke navneteweyî ya gelekî girîng li dar xistin, ji gelek welatan alimên sunî û şiî û rîspî di civînê de hatin bal hev. Erdogan got ku civînê sê roj berdewam kir û di civînê de alimên şiî û sunî û rîspiyan ji bo ku xwîna diherike bidin rawestandin, rondikan bidin seknandin û dawî li dabeşiya bînin hevdîtina kirin.
Serokwezîr Erdogan got ku "Em bi tu awayî têgîneke wekî 'zilma mûsewiyan' qebûl nakin" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji ber ku mûsewîtî baweriyek wisa nîne ku bi awayekî nemerdane kuştina zarok, jin û kesên bêguneh meşrû bibîne. Em têgîneke wekî 'terora îslamî' bi tu awayî nikarin qebûl bikin, ji ber ku navê wê li ser e îslam dînê aştiyê ye û tu carî bi terorê, bi xwînrijandin û kuştinan re nayê bal hev. Em nikarin têgîna 'terora şiiyan' qebûl bikin, ji ber ku civakeke ku ev çend sedsal in ku şehîdxistina Hezretê Huseyîn ji bir nekiriye, naxwaze ku Kerbelayên nû biqewimin. Em tu carî nikarin têgîneke wekî 'terora suniyan' qebûl bikin, ji ber ku civakeke ku li gor rêbaza 'Ew kesê ku yekî dikuje her wekî hemû alem kuştine' tevdigere, nayê payîn ku kuştinan meşrû bibîne. Zalim zalim e, zalim ew kes e ku dev ji hemû baweriyan, ji dînê xwe, mezheba xwe û mirovahiya xwe berdaye û di dilê wî de bi qasî zereyekî mirovahî nemaye. Lê binêrin li Iraqê kesên ku li ser xwe bombeyan bi cî dikin û diçin mizgeftan de di nav kesên ku nimêj dikin de vê bombeyê diteqînin hene. Kî dikare ji bo wî bibêje 'Şiî' şiiyê daynin aliyekî kî dikare ji bo wiî kesê bibêje misilman, heta kî dikare ji bo wî mehlûqê re bibêje însan."