Swîsreyê di deqîqeya dawîn da ji Sirbistanê bir
Di pişbirka Koma Eyê ya Kupaya Dinyayê ya FÎFA 2018an da Swîsreyê 2-1 ji Sirbistanê bir.
Kaliningrad
KALININGRAD
Di pişbirka Koma Eyê ya Kupaya Dinyayê ya FÎFA 2018an a ku li Rûsyayê dewam dike da Swîsreyê 2-1 ji Sirbistanê bir.
Di deqiqeya 5an da Tadîcê gogbazê Sibistanê pas avêt û Mîtrovîc bi qafê xwe gog şande qeleyê û Sirbistan 1-0 li pêşiyê ket.
Nîva ewil a pêbirkê bi vê encamê bi dawî bû.
Di deqîqeya 52yan da Zuber pas avêt û Shaqîrî li gogê xist û gog ji defansê zivirî. Xhaka li goga zivirî xist û şande qeleyê û encam bû 1-1.
Di deqîqeya 90î da Swîsre rabû kontra atakê Gavranovic pas avêt Shaqîrî. Shaqîrî qasî 10 mêtreyî gog pêşda bir ji qeleparêz derbas bû û gog şande qeleyê û Swîsre 2-1 li pêşiya Sirbistanê ket.
Pêşbirka Swîsre-Sirbistanê 2-1 xilas bû û Swîsre bi ser ket.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.