Zanist û teknolojî

Stêrknasan 80 gerstêrkên nû kifş kirin

Stêrknasan 80 gerstêrkên dervayî Sîstema Rojê kifş kirin.

Sevim Hatun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 27.06.2018
Stêrknasan 80 gerstêrkên nû kifş kirin

Ankara

ANKARA

Di nûçeya ji ser malpera Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê hat belavkirin de hat gotin ku Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) bi Teleskopa Fezayê ya Keplerê li ser 50 hezar stêrkan lêkolîn kir û 80 gerstêrkên li dervayî Sîstema Rojê kifş kirin.

Ji gerstêrkan a herî zêde dibiriqe ew e ku di rêgeha stêrka bi navê HD 73344 da digere. Tê gotin ku mezinahiya vê gerstêrkê 2 qat û nîvekî ji dinyayê mezintir e.

Encamên lêkolînê di kovara "The Astronomical Journal"ê da hatin weşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın