Ahmet Aydın
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonî digel malbata Munir Ozkulê ku di 93 saliya xwe de wefat kiribû, encam da û sersaxî li wan kir.
Li gorî çavkaniyên Serokomariyê, Serokomar Erdogan bi telefonê digel Guner Ozkula keça merhûm axivî.
Erdoganê ku piştî xebera wefata wî telgrafa taziyeyê şandibû, ji bo hunermendê merhûm hêviya rehmê ji Xwedê kir û sersaxî gihand malbat û xizmên wî.