Abdullah Tel
19 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2018
VAN
Li Wanê Nurecîhan Arvas a 19 salî ya çavên wê nabînin xwedî merîfeta "perdeya nûwaze" ye ku di qada muzîkê da bi kêm kesan ra tê dîtin û ew bi vê merîfeta xwe balê dikşîne.
Akademiya Jiyana Bêasteng a Îpekyoluyê tespît kir ku Arvas di qada muzîkê da xwedî merîfeta perdeya nûwaze ye lewra ew bergîdana hemû dengan wek nota ji ber dikare bibêje.
Arvasê destnîşan kir ku cara ewil hevala wê ya astengdar Tugba Saglam a li akademiyê perwerdehiya xwe didomand vê merîfata wê tespît kir. Keçika 19 salî got ku bi saya tespîtê wê jî di qada muzîkê da dest bi perwerdehiyê kir û êdî balê jî dikşîne.
Di heman demê da Arvas di pêşbaziya xwendina Qurana Pîroz da ku Serokatiya Diyanetê di 6ê sermawezê da li bajêr lidarxistibû da jî bûbû yekemîna herêmê û ew dibêje xeyala wê ya herî mezin ewe ku beşdarî pêşbaziya "Ew Deng Tirkiye"yê bibe.
Arvasê destnîşan kir ku ew demeke dirêje perwerdehiya xwe ya di qada muzîkê da li Akademiya Jiyana Bêasteng didomîne û bi saya wan jî gihîşt mirazê xwe.
Di berdewamiya axaftina xwe da Arvasê ragihand ku ew hemû notayan ji ber xwe zane û wiha pê da çû: "Dema ez hatim akademiyê ji atolyeya muzîkê deng dihatin. Paşê min notayên dengan tespît kir û ji bo wê hewl da. Hevala min jî got ku ji bo pêşvebirina vê merîfetê biçe akademiyê û li ser vê min jî dest bi atolyeya muzîkê kir. Ez niha jî li vê derê hûrgiliyên muzîkê hîn dibim."
Mehmet Cahît Arvas ê bavê keçika astetengdar jî destnîşan kir ku bi saya muzîkê keçika wê ji nû va dest bi jiyanê kir.
Mamosteyê muzîkê Baran Atabay jî der barê Nurcîhan Arvasê da got ku ew xwedî merîfeteke taybet e û di qada muzîkê da ji bo kesên wek wê dibêjin xwedî "perdeya nûwaze" ne.
Atabay ragihand ku bi saya taybetiya "perdeya nûwaze" Arvas bergîdana hemû dengan ji ber wek nota dikare bibêje û bi saya vê merîfeta ku ji milyon kesî bi kesekî ra tê dîtin jî balê dikşîne.