01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
MÊRDÎN
Xebatên Şaredariya Dêrikê ya ku Wezareta Karên Navxweyî bi Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) lê wezîfedar kirin hat kirin piralî berdewam dikin.
Ekîbên şaredariyê digel xebatên binesaziyê yên ku tên kirin park û baxçe jî tên nûkirin. Kolan, kûçe û tax her roj tên paqijkirin, ji bo navçeyeke paqijtir û baştir konteynerên çopê yên li kolanan jî dixin bin erdê. Ji bo ku ewlehiya trafîkê bê pêkanîn kolanên qerebalix li 45 cihên cuda qesîs tên çêkirin.
Xebatên temîrkirinê yên li 5 mizgeftên li navçeyê jî hatin temamkirin.
Piştî ku Mêrdîn bû bajarê mezin 72 gund bûn tax û baxçeyên dibistanên van taxan jî tên başkirin. Ji bo ku xebatên ku li navenda navçeyê tên kirin di heman astê de li van taxan jî bên kirin xebat berdewam dikin.