Türkan Tosun
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ku xwedî dîrokeke xurt, xwezayeke baş û di qada gatronomiyê da navdar e wê saya îlankirina "Sala Gobeklitepeyê" di 2019an da ji hêla turîzmê va pêşva here.
Turîzma herêmê demekê ji ber bûyerên terorê rawestiya, lê piştî xebatên dewletê û pêkhatina rewşa aramiyê par turîzm cardin zindî bû, gelek kes çûn ziyareta herêmê.
Kesên bi turîzmê ra eleqedar dibin wisa texmîn dikin turîzma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wê bi saya îlankirina "Sala Gobeklitepeyê" di 2019an da pêşva here, ji ber vê şirketên turîzmê amadehiyan dikin.
Girê Mirazan (Gobeklî Tepe) ya ku dîroka wê 12 hezar sal e û wek "noqteya destpêka dîrokê" tê binavkirin, avahiyên Mêrdînê yên bi keviran hatine çêkirin, Gazîentaba bi gastronomiyê va navdar e, bajarê ewliyayan Diyarbekir û bajarên din ên herêmê îsal wê ji hêla turîzmê va zindî bin.
- "Li herêmê îsal wê bibe saleke zêrîn "
Serokê Odeya Rêberên Turîstên Herêmî Muslum Çoban ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber îlankirina "Sala Gobeklitepeyê" li bajarên wek Şanliurfa, Gazîentab, Diyarbekir û Mêrdînê îsal wê bibe saleke zêrîn lewra ji niha va otel tijî bûne û divê ev derfet baş bê bikaranîn.
Çoban wiha axivî: "Ji ber ku Gobeklîtepe kete nav UNESCOyê û paşê sala 2019an wek "Sala Gobeklitepeyê" hat îlankirin ev ji bo me wek piyangoyê ye. Divê em vê derfeta dîrokî baş bi kar bînin. Xêra Gobeklîtepeyê wê bigihêje Gazîentab, Diyarbekir û Mêrdînê jî."
- "Li Gazîentabê 5 bajarên kevnare hene"
Şaredara Şaredariya Mezin a Gazîentabê Fatma Şahînê jî got turîzm ji bo herêmê pir girîng e, li Gazîentabê 5 bajarên kevnare hene û îlankirina "Sala Gobeklitepeyê" wê ji bo herêmê baş be, lewra yên ji bo Girê Mirazan tên herêmê paşê tên Muzeya Zeugmayê jî dibînin, yên Zeugmayê dibînin jî diçin Girê Mirazan dibînin.
- "Otelên li Şanliurfa û Gazîentabê ji sedî 80-90 tijî bûne"
Serokê Lijneya Nûnerê Herêma GAPê û Yekîtiya Acentayên Gerê yên Tirkiyeyê Soner Bacaksiz got ew wisa bawer dikin îsal hejmara turîstan wê li herêmê pir zêde bibe û wiha axivî: "Ji rezervasyonên otelan em vê dibînin. Otelên li Şanliurfa û Gazîentabê ji sedî 80-90 tijî bûne. Di rojên pêş me da jî wê zêdetir bibe. Em ji bo ku bala turîstan bikşînin herêmê xebatan dikin, me amadehiyên ji bo 2019an temam kirine."
- "Gobeklîtepe ne bi tenê ji bo Şanliurfayê, ji bo hemû herêmê girîng e"
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr ê Adiyamanê Mustafa Ekîncî jî got êdî turîzm wek bajar nayê meşandin, bi herêmên cuda va tên meşandin.
Ekîncî wiha dewam kir: "Gobeklîtepe ne bi tenê ji bo Şanliurfayê, ji bo hemû herêmê dikare bibe xaleke baş a turîzmê. Ji ber vê wek Adiyaman em jî amadehiyên xwe dikin. Em bendê ne sala 2019an ji bo hemû herêmê bibe saleke baş."
- Rojhilatê Anadoluyê ji bo betlaneyeke bêhempa amade ye
Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo turîstan cihekî pir dewlemend e.
Li Şanliurfayê Gola Masiyan a ku wisa tê bawerkirin Nemrud Hz. Pêxember avêtiye nav agir û ew bûye gol, Girê Mirazan, Meqamê Hz. Eyub e ku lê çîle kişandiye, Xelfetî, Birecik, Bozova û Herran cihên navdar in.
Yên diçin bajêr dikarin cîk, lehmecun, şillik û xwarinên herêmî bixwin û beşdarî şevbihûrkan bibin.
Diyarbekir jî li herêmê bajarekî navdar e ku divê bê dîtin. Yên diçin Diyarbekirê Baxçeyên Hewselê, Muzeya Keleha Hundir, Mizgefta Mezin, Xana Hesenpaşa, tirbe û meqamên pêxemberan dikarin bigerin.
Bajarê Mêrdînî ya ku ji gelek şaristaniyan ra mazuwanî kiriye jî bi avahiyên xwe yên ji keviran hatine çêkirin bala turîstan dikşîne.
- Li Gazîentabê Zeugma, li Adiyamanê Nemrud benda turîstan in
Bajarê Entabê piştî ku bi destê UNESCOyê di warê gastronomiyê da li tora "bajarên aferîner" hat zêdekirin, wekî "paytextê gastronomiyê" tê wesifkirin.
Li vî bajarî Muzeya Mozaîqa Zeugmayê ku lê mozaîqa Keça Qereçî ku çendek berê perçeyên wê ji Amerîkayê hatin anîn tê nîşandan di serî da, ji mitbexê bigire heya hemamê gelek muze hene. Herwiha gelek berhemên wê yên dîrokî û çandî yên wekî Sûka Paxirvanan, Sûka Sêvfiroşan û Keleha Entabê jî hene.
Çiyayê Nemrudê ya ku ji hêla UNESCOyê va li ser Lîsteya Mîratên Çandî yên Dinyayê hat zêdekirin jî bi peykerên 50 mêtro bilind ên ji dema Qraltiya Kommageneyê mane va balê dikşîne.