Yasin Dikme
26 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2022
Li Şanliurfaya ku yek ji navendên girîng ên pezxwedîkirinê ye, xebata tescilkirina "miha Sirûcê" ya xwedî taybetiyên resen e hat destpêkirin.
Ji hêla beytarên Enstîtuya Lêkolîna Çandiniyî ya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAPTAEM) xebatên islahkirina pezê herêmî tên meşandin.
Di xebatên di vê çarçoveyê da hat tesbîtkirin, miha ku li herêmê di nava gel da wekî "miha Sirûcê" tê zanîn, ji hêla daw, bejn, serî, giranî û dayîna şîr va xwedî hin cudahiyan e. Piştî kutabûna xebatan ji bo tescilkirina Miha Sirûcê dê ji bo Komîteya Tescilê ya Çavkaniyên Genetîk a Heywanên Kedîkirî ya Wezareta Çandinî û Heywandariyê serîlêdan were kirin.

Midûrê GAPTAEMê Îbrahîm Çetiner ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji bo pêşketina heywandariya welêt, ew di warê islahkirina cisnên pez û dewarên herêmî da pir hewl didin.
Çetiner bal kişand ku ew der heqê cisnên pezê herêmî da lêkolînan dikin û wan projeyek amade kir.
Cîbicîkara projeyê beytar Zeliha Savrunluyê jî diyar kir, di pezê Sirûcê da yên nêr bejna wan digihîje heya 89 santîmetreyî, yên mê heya 77 santîmetreyî, giraniya wan jî yên nêr digihîjin 115 kîlogramî, yên mê jî digihîjin heta 94 kîlogramî û wiha got, "Em dikarin bêjin ku hejmara mihên Sirûcê pir kêm bûye. Ango em dikarin bêjin, cisnekî li ber qelînê ye. Ji bo ku çavkaniyên me yên genên xwemalî yên adapteyî herêmê bûne neqelin, em hewl didin van mihan biparêzin. Em ê ji bo tescilê serî li Komîteya Tescilê ya Çavkaniyên Genetîk a Heywanên Kedîkirî ya Wezareta Çandinî û Heywandariyê bidin."

Heywandar Mehmet Ali Kaplan jî diyar kir ku bi salan e ew mihên Sirûcê xwedî dike.
Kaplan bal kişand ku ev mih pir li gorî herêmê ne û wiha dewam kir, "Bav û kalên me jî ev mih xwedî dikirin. Lê van salên dawîn hejmara wan kêm bû hetta li ber qelînê ye. Miha Sirûcê hinek dişibînin miha Karamanê, hinek jî dişibînin Kangalê."