Sevim Hatun
09 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
RIO DE JANEIRO
Anadolu Agency (AA) nûçe, wêne û dîmenên olîmpîyatên ku yek ji organîzasyonên sporê ên herî girîng a dinyayê ye radigihîne aboneyên xwe. Ji bilî atletên herî navdar ji 21 beşê 103 sporvanên milî tevlî olîmpîyatên ku li Rîo de Janeîroya duyemîn bajarê mezin ê Brezîlyayê tê kirin, bûn.
Li ser malper û torên civakî yên Anadolu Agencyê geşedanên dawîn, rojane, girîng ên derbarê organîzasyonê da bi sporhezan ra têne parvekirin. Nûçe bi îngilîzî, erebî, farsî, BHS (boşnakî, hirwadî, sirpî) fransizî, rûsî, makedonî, arnewûdî, kurdî (zaravayê kurmancî û soranî) 11 zimanan li dinayayê tên belavkirin.
AAyê heta îro derbarê dîrok, aboriya olîmpiyatan, bi sporvanan ra hevpeyvînên taybet, yên ku ji ber dopîng û seqetiyê tevlî lîstikan nebûn, pêvajoya amadehiyê ya sporvanên milî da zêdetirê sedî nûçe weşandin. Xebatên AAyê wê heta 22ê tebaxê ango dawiya olîmpiyatan wê bêyî navber berdewam bikin.

-Ekîba AAyê tûrnûvayê ji nêz va teqîb dike
Ekîba AAyê ya ku ji 7 kesan pêk tê li cih olîmpiyatan teqîb dike.
Ji destpêkê heta niha nûçeyên misabeqe, antrenman, hevpeyvîn hemû bi sporhezan ra têne parvekirin.