Haydar Şahin
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
MECLIS
Parlementerên Heyama 27an li Lijneya Giştî ya Meclisê dest bi sondxwarinê kirin.
Herî pêşiyê Durmuş Yilmazê Parlementerê Enqereyê yê ÎYÎ Partiyê û Serokê Berwext ê Meclisê sond xwar. Yilmaz li kursiyê Dîwana Seroktiyê rabû piya û metna sondê xwend.
Paşê Musa Pîrogluyê Parlementerê Stenbolê yê HDPyê bi kursiyê xwe yê bitekir va hat ser rampeya danîbûn rexê kursiyê sondxwarinê û sond xwar. Piştî Pîroglu Husret Dînçê Parlementerê Hekariyê yê AK Partiyê yê astengdar hat sond xwar.
Parlementerên ku mazeret nîşan dan jî li benda dora bajarê xwe nesekinîn, derketin kursî sond xwarin. Serokwezîr Bînalî Yildirim jî di nav wan kesan da bû pêşiyê sond xwarin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan, Serokê Daraza Bilind Îsmaîl Ruştu Cîrît, Seroka Daraza Şêwirê Zerrîn Gungor, Serokê YSKyê Sadî Guven, Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan û fermandarên hêzan, nûnerên misyona biyaniyan jî merasima sondxwarinê ya li Meclisê teqîb dikin.
Wekî mayîn Abdullah Dogruyê Parlementerê Edeneyê yê AK Partiyê ji ber ku hin peyv kêm xwend carekê dîsa sonda xwe teze kir.
Pêşiyê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî hat Lijneya Giştî, paşê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û li pey wî jî Pervîn Buldan û Sezaî Temelliyê Hevserokên Giştî yê HDPyê hatin lijneyê.
Ji ber ku hejmara parlementeran ji 550yî derxistin 600î hat dîtin ku hin parlementer li piya mane, hinek jî li ciyên komisyonê rûniştine.