Haydar Şahin
06 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
WAN
Bi germbûna hewayê va ziyaretvanên Şirşinega Veşartî û travertenên dişibin Pamukkaleyê yên li Başqeleya navçeya Wanê zêde bûn.
Traverten û Şirşirneka Veşartî yên li Dereîçiya taxa Başqeleyê bi dîmenên xwe yên xweşik û ciyên tebiî yên ku dişibin Pamukkaleyê va balê dikişînin.
Li herêma ku bi operasyonên hêzên ewlekariyê gihîşte hizûrê welatî bêyî tirs û fikar tarevertenan ziyaret dikin û wêneyên biharê dikişînin.

Omer Demezê Serokê Kuluba Sporên Siruştê ya Gelî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku meriv dikare hemû xweşikiyên li bajarên Tirkiyeyê li Wanê bi hev ra bibîne.
Demez destnîşan kir ku li Wanê ji bo tûrîstan rotayên çem, çiya û tebîetê yên rind hene û wiha axivî: "Ava şirşirnega li vê derê ji kevir derdikeve. Bi taybetiyên xwe va bala ziyaretvanan dikişîne û wan şaş û metel dihêle. Travertenên ku dişibin yên li Pamukkaleyê jî gelekî balkêş in. Bi rastî Wan bajarê jiyanê ye. Em li benda her kesî ne ku bira werin Wanê."

Fadîme Demira endama kulubê jî got ku travertenên li Wanê zehf balkêş in û wiha pê da çû: "Bi rastî travertenên li vê derê balkêş in. Em hatin vê derê, me wetrê em li Pamukkaleyê ne. Em dixwazin ku her kes van xweşikahiyan bibîne."
Hîlal Demira tebîethez jî diyar kir ku ev cara ewil e ku Şirşinega Veşartî ziyaret dike, dema dît şaş û metel ma, lêbelê ev dera bi têra xwe nehatiye danasîn.