Tirkiye

Nobedariya ji bo xezalên "berzê"

Li Şanliurfayê xezalên ku xetere heye koka wan biqele 24 saetan tên parastinê da ku karxezalên wan neyên dizîn.

Haydar Şahin  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 26.05.2018
Nobedariya ji bo xezalên "berzê" -

Şanlıurfa

ŞANLIURFA 

Li Şanliurfayê xezalên ku xetere heye koka wan biqele 24 saetan tên parastinê da ku karxezalên wan yên teze dibin neyên dizîn.

Qada Pêşxistina Jiyana Beyanî ya Kizilkuyuyê ya ku li ser 20 hezar û 504 hektar erdî ye ji gelek heywanên kovî ra malxwedîtiyê dike.

Li Îstasyona Xwedîkirina Xezalan a 75. Yilê ya li qadê bi sedan xezalên cisnê "gazella subgutturosa"yê tên xwedîkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Şanliurfayê ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ji bo ku xezalên berzê dema dizên zirarê nebînin û karxezalên wan neyên dizîn li qadê 24 saetan nobetê digrin.

Ekîb bi kamerayan va qadê teqîb dikin û li ser îxbaran jî di demeke kin da xwe digihînin herêmê û nêçîrvanên qaçax digrin. Ekîbên ku li erazî bi wesayîtan nobetê digrin firsendê nadin nêçîrvanên qaçax û dizan.

Ceren Şahîn Akpinara Midûra Şaxê ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li dijî nêçîvanên qaçax car caran ji hêzên ewlekariyê jî piştgiriyê distînin û par 400 hezar lire ceza li nêçîrvanên qaçax birîn.

Akpinarê got ku di dema parastinê da dibe ku ekîbên parastina rastî êrîşa çekdarî werin û wiha pê da çû:

"Li herêma 20 hezar û 504 hektarî bi sedan xezal hene. Ji bo heywan neyên acizkirin em bi gelek pirsgirêkan ra mijûl dibin. Li qada me ji xêncî xezalan gelek cure çivîk jî hene. Werdegên avê, bet, sûravêtk kewên gozel jî hene. Wekî mayîn li qada me jûjî jî hene. Em dizanin ku nêçîrvan jûjiyan jî digrin. Bi taybetî dema serî dikeve nav xezalan û dest bi zayînê dikin karê me zehf zor dibe. Em îxbara hildidin ku karxezalên xezalan didizin û difroşin. Ji bo neyên dizîn em bi du wardiyayan va 24 saetan nobetê digrin. Ji bo pêşiyê li vê bibirin em têkoşîneke mezin didin."

- Parastina heywanan karê dilan e

Akpinarê diyar kir ku karê wan zehf zor û xeternak e û wiha pê da çû:

"Dibê meriv bi dildarî dest vî karî bike. Bi şev û bi roj li qadê gelek tengasî derdikevin pêşiya me. Heke ji vî karî hez nekin demekê şûnda kar nameşe. Em bala xwe didin ser vê yekê."

Ziya Atçiyê personelê parastinê jî got ku bi hevalên xwe ra wezifeyeke zor û xeternak dikin, ji bo heywanên beyanî û kovî li tebîetê bi rihetî bijîn têkoşînê didin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın