Tirkiye

"Me 92 hezar û 702 bikarhênerên ByLockê tesbît kirine"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Heta niha 215 hezar û 92 hesabên bernameya ByLockê û 92 hezar û 702 şexsên bernameyê emilandine hatine tesbîtkirin."

Nihat Kavşut  | 11.12.2018 - Rojanekırın : 11.12.2018
"Me 92 hezar û 702 bikarhênerên ByLockê tesbît kirine"

Ankara

ANKARA 

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Heta niha 215 hezar û 92 hesabên bernameya ByLockê û 92 hezar û 702 şexsên bernameyê emilandine hatine tesbîtkirin."

Soylu li Kizilcahamama navçeya Enqereyê li otêlekê beşdarî "Komxebata Sûcên Sîber ya Navneteweyî ya 5emîn" bû û li vir axivî.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu destnîşan kir heta niha 215 hezar û 92 hesabên bernameya ByLockê û 92 hezar û 702 şexsên bernameyê emilandine hatine tesbîtkirin.

Soylu der barê operasyonên dijî şertgirtinên dereqanûnî da diyar kir di nav sala dawîn da hezar û 409 operasyon hatine kirin, 2 hezar û 133 gumanbar hatine girtin û bi tevahî dest danîne ser 31 milyon û 859 hezar û 78 lireyî.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu destnîşan kir di sala 2018an da bi tevahî 54 hezar û 374 sûcên teknolojîk hatine kirin û wiha got: "Di nav da îstismara cinsî ya li ser zarokan û xapandin û binpêkirina pergalên teknolojîk hene. Di operasyonan da 18 hezar û 330 kes hatine qefaltin û teslimî meqamên edlî kirine."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.