12 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
BITLÎS
Malbata Salih Guvenê Mixtarê Bolukluyê ku li Hîzana navçeya Beitlîsê bi destê endamên PKKya rêxistina terorê hat revandin û 50 roj bi şun da mirî hat dîtin bertek nîşanî PKKyê da.
Hazîn Guvenê kurê Salih Guvenê Mixtarê Bolukluyê ku li Hîzana navçeya Bitlîsê bi destê endamên PKKya rêxistina terorê hat revandin û 50 roj bi şunda mirî hat dîtin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Dema hat revandin di saet 20.30yan da komeke terorîst hat mala me."
Guven diyar kir ku cil û bergên sivîl li wan bû û wiha xeberda: "Endamên rêxistinê bavê min birin derva û gotin em ê biaxivin û bişînin. Herî dawîn 2 roj ewil me bihîst ku di saet 20.30yan da bavê min şehît kirine. Em dixwazin teror biqede. Lewra qetlîamê dikin."
- "Em heta bedel bidin serî natewînin"
Hamdullah Arvasê xizmê Mixtar Guven e diyar kir ku dema Guven di destê rêxistina terorê da bû haya wan û rayedarên dewletê ji hev hebû û wiha pê da çû: "Di vê mijarê da baweriya me her tim bi dewletê heye. Me ji bo vê serî li tu derekê nexist. Du roj berê şehît kirin. Ji ber vê em pir xemgîn in. Li herêma me ji rûspiyan yek bû û milet jê hez dikir. Malbata me ev yek heq nekiribû. Wî jî wek mixtar ji bo herêmê û gelê xwe xizmetên baş kir. Li dewlet, ala, gel û welatê xwe xwedî derdiket û sûcê wî jî ev bû. Ji ber vê yekê hat şehîtkirin. Me bi rayedaran ra xeber da û ji bo berdêl dayînê em her tim amade ne. Em serî jî natewînin. Em herî bedel bidin jî serî natewînin."
Mensûbên PKKya rêxistina terorê di 26ê îlonê saet dora 20.00î da mixtarê gundê Bolukluyê Salih Guven revandibûn û cesedê Guven di 8ê mijdarê da li nêzî rêya gundê Akşarê hat dîtin.