Lîsteyên hilbijêran îro radibin
Lîsteyên hilbijrêrên herêmên mixtariyê yên ji bo Hilbijartina Giştî ya Îdareyên Herêmî ew ê îro di saet 17.00an da werin rakirin
Ankara
ANKARA
Lîsteyên hilbijêrên herêmên mixtariyê yên ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) ji bo Hilbijartina Giştî ya Îdareyên Herêmî eşkere kiribûn ew ê îro di saet 17.00an da werin rakirin.
Li gor teqwîma hilbijartinê ya ku LHByê ji bo Hilbijartina Giştî ya Îdareyên Herêmî amade kiribû lîsteya hilbijêran di 4ê rêbendanê da hatibûn daliqandin û ew ê îro jî werin rakirin. Hilbijêr dikarin hetanî saet 17.00an lîsteyan kontrol bikin.
Wekî mayîn hilbijêrên nexweşê nivînan û yên astengdar jî ji bo li ser sandiqên seyar rayên xwe biavêjin jî ew ê hetanî îro êvarê serîlêdana xwe bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.