18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Çand û Turîzmê Nabî Avci: "Di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de li cem me heta îro der heqê 490 kesî de lêpirsîn hat vekirin. Ji vana 317 kes ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Piştre bi KHKyê 175 kes hatin îxrackirin. Niha ji bilî vana lêpirsîna der barê 299 kesan de dewam dike. Ji vana 112 kes hatin îxrackirin, lê belê mijara îxrackirinê ew ê li gor encama lêpirsînê were nirxandin."
Wezîrê Çand û Turîzmê Nabî Avci bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA). Avci pirsên Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Şenol Kazanci û edîtoran bersivandin.
Avci got: "Der barê 15ê Tîrmehê de gelek projeyên fîlman hene. Projeyên fîlman û belgefîlman tên li ber me. Him gelempêrî, him ji bo Enqereyê, him jî ji bo Kazana qehreman. Jixwe dema ku ez piştî 15ê Tîrmehê çûbûm Kazanê min jî soza vê dabû. Hewcehî nemaye ku ez soz bidim, lewra der barê vê mijarê de gelek daxwaz hene. Em ê li vir muzeyekê jî vekin, muzeya Kazana Qehmeran. Ji bo ku bîranînên şehîdên xwe nedin jibîrkirin soza me ya belgefîlmê jî heye."
-Kesên di çarçoveya lêpirsîna FETO de ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Wezîrê Çand û Turîzmê Avci got ku di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de li cem wan heta îro der heqê 490 kesî de lêpirsîn hat vekirin û wiha dewam kir:
"Ji vana 317 kes ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Piştre bi KHKyê 175 kes hatin îxrackirin. Niha ji bilî vana lêpirsîna der barê 299 kesan de dewam dike. Ji vana 112 kes hatin îxrackirin, lê belê mijara îxrackirinê ew ê li gor encama lêpirsînê were nirxandin."
-Tesîreka neyînî ya êrîşên terorê heye
Wezîrê Çand û Tûrîzmê der barê dirêjkirina rewşa derasayî da wiha got: "Li Tirkiyeyê ji bo 3 mehan hat îlankirin û cardin hat dirêjkirin. Divê bihata dirêjkirin. Lewra piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê agahî û delîlên ku der barê rêxistinê da derketin holê, îfadeyên kesên girtî, ji bo ku ev pêvajo baş were meşandin hewcedarî bi dirêjkirinê hebû."
Avci wiha dewam kir: "Operatorên herêmî û biyanî, nûnerên sektorê jî, em jî dibêjin rewşa derasayî ya li Tirkiyeyê tesîreke neyînî li ser turîstan nake. Li hemû herêmên tetîlê yên li Tirkiyeyê jiyan normal dewam dike. Heta wisa ku ji bo ewlehiya turîstan û mêvanan rewşa derasayî tesîreke baş dike."
Wezîrê Çand û Turîzmê Avci:
"(Alîkariya benzînê ya ku ji bo pêşvebirina turîzmê dan balafiran) Ji bo sala 2017an jî telebên wiha hene. Em jî van teleban baş dibînin. Lê ji bo vê biryara Lijneya Wezîran lazim e. Hêvî dikim ku ev biryar di rojên pêş me de ji Lijneya Wezîran derbikeve. Divê em vê di demeke kurt de eşkere jî bikin. Lewra operastorên tûrîzmê ji bo sezona pêş a di meha mijdarê de katalogên xwe amade dikin. Ji bo em di wan katolan de cih bigirin divê em vê daxuyaniyê di demeke kurt de belav bikin. Ya rast ez niha li vir eşkere dikim, înşallah emê di Lijneya Wezîran de jî biryara xwe bidin."
- Avahiyek operayê ewê di şûnê de were çêkirin
Avciyê Wezîrê Çand û Tûrîzmê der barê avahiya AKMyê da wiha xeberda: "Ji rapora Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê jî eşkere dibe ku ji wê avahiyê xêr nayê. Rapor nebe jî ji avahiyê eşkere dibe. Serokomar jî îlan kir, divê li wir projeya avahiyeke operayê ya ku bi Stenbolê dikeve were çêkirin. Me xebatên projeyê dan destpêkirin. Hin îdia hene ku ciyê danûsitandinê tê çêkirin. Tiştekî wisa tuneye, li wir wê avahiyeke operayê ya teze were çêkirin."
Wezîr Avci derbarê terkên li beşa xezîneyê ya li Qesra Topkapiyê û çala ku di hewşa wê de vebûye de jî wiha xeberda:
"Çaleke ku mirov diramatîk bike nîne. Çaleke wisa mezin nîne, yan metreyek heye ya tuneye. Di cih da çûye xwarê. Em sedema wê jî nizanin, rîska wê jî tuneye. Lê terka ku li beşa wekî cihê xezîneyê tê bikaranîn mezin e. Ev wisa di carekê de çênebûye. Terk mezin e lê ew ê bê çareserkirin."
-Emê bi biryara Lijneya Wezîran derxin
Wezîrê Çand û Turîzmê Avci der heqê qaşo qirkirina ermeniyan de got ku ji ber ku "Bernameya Ewropaya Aferîner" piştgiriyê dida projeyeke ku Tirkiye sûcdar dikir, îtiraz kirin û ew ê ev proje ji bernameya Tirkiyeyê bê derxistin û wiha dewam kir: "Heta niha agahiyeke der barê qebûlkirina şertên me da nedan. Ji ber vê yekê em ê bi biryara Lijneya Wezîran derbixin."