İbrahim Atmaca
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
ŞANLIURFA
Li Xelfetiya navçeya Şanliûrfayê ku gula reş û gelek cureyên çîçekan lê hêşîn dibin, Festîvala Bêhnê hat lidarxistin.
Festîval ji aliyê Konseya Bajarê Xelfetiyê ve îsal cara ewil hat lidarxistin û di çarçoveya festîvalê da atolyeyên bêhnê hatin çêkirin û di parkura bêhnê da çalakiyên weke meşê hatin kirin.
Serokê Konseya Bajêr Nîhat Ozdal daxuyanî da û bi bîr xist ku ji bo taybetiya xwe ya sakin û aram Komîteya Koordînasyonê ya Navneteweyî ya Cittaslowê Xelfetî kir nav tora "Bajarê Sakin." Ozdak got ku Xelfetî ji bo tûrîzmê bajarekî girîng e.
Ozdal destnîşan kir ku Xelfetî di heman demê da bi siruşta xwe jî derdikeve pêş û wiha dewam kir:
"Gula reş tenê li vê derê hêşîn dibe. Em li welatê me dibêjin gula reş, lê li dinyayê wek gula 'Xelfeti' yê tê zanîn. Cureyên wek 'Simbila Mezopotamya' cisnekî endemîk e, her sal tenê 8 rojan vedibe û li dinyayê tenê li Xelfetiyê heye. Ev cure bi bêhnên xwe yên pir taybet va balê dikşînin. Bi saya festîvalê ziyaretvanên em li bendê bûn ku werin Xelfetiyê ziyaret bikin jî me xwest van bêhnan nas bikin. Ez hêvî dikim ku ev xebatên me piştgiriyeke girîng bidin tûrîzma bajar."