Fatih Gazioğlu
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê minîbêsek û tirek li hevdu qelibîn û li gor agahiyên ewil 8 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, minîbêsa ku plaqeya wê 65 EN 451 bû ji Başkaleyê ber bi Wanê ve diçû û tira bi plaqeya 65 DH 165 li ser xaçêreya Guzelsuya Gurpinarê li hevdu qelîbin.
Di qezayê da 8 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.
Cendermeyan li cihê bûyerê tedbîr wergirtin.