Fatih Gazioğlu
13 Sibat 2019•Rojanekirin: 13 Sibat 2019
VAN
Li Wanê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 27 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriyeta Ewlehiya Bajêr hat dayîn, xebatên deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên dijî PKK/KCK/PYD/YPGya rêxistina terorê dewam dikin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Tîmên polêsan dijî kesên dixwestin 15ê sibatê ji bo salvegera girtina Abdullah Ocalanê serokê PKKya rêxistina terorê çalakiyan bikin operasyon bi ser hin navnîşanan. Di operasyonê 27 kes hatin binçavkirin. Di lêgerîna malên şikbaran de fîşekên hewayî, demanceyek, hişbir û hin materyalên dijîtal û rêxistinî hatin bidestxisitn."