Önder Beyter
07 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
VAN
Li Ozapa navçeya Wanê çiyager derketin serê Çiyayê Çomakli Baba ku raqima wê 2 hezar û 200 e û ji bo heywanên çolê xwarin danîn.
Koma çiyager ku ji 24 kesan pêk tê û endamên Kuluba Werzişên Siruştê ya Vadiyê ne, ji ber ku zivistana sala îsal pir dijwar derbas dibe û ajelên çolê nikarin ji xwe ra xwarinê bîter bikin, derketin serê Çiyayê Çomakli Baba.
Çiyageran xwarina ku bi xwe ra anîbûn, seba heywanên çolê danîn ciyên cuda cuda.
Serokê Kulubê Omer Demez di daxuyaniya xwe da diyar kir ku heya dawiya zivistanê ew ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî bidomînin û ew ê ji bo heywanên çolê berhevkirin û danîna xwarin û pêxwarinê bidomînin.
Endama komeleyê Îlknur Turanê jî diyar kir ku ew hilkişiyan serê çiya da ku ji bo ajelên çolê xwarinê daynin ku ji ber vê yekê ew pir kêfxweş in.