Haydar Şahin
13 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
VAN
Li Wanê 35 çivîkên birîndar an jî nexweş hatibûn dîtin û li navenda rehabilîtasyonê hatibûn dermankirin berî çolê dan.
35 çivîkên bûne hedefa nêçîrvanên nezan yan bê qut mane yan jî ji hêlîna xwe ketine û birîndar bûne anîn Midûriyeta Navenda Rehabilîtasyon û Parastina Jiyana Beyanî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Çivîkên dermankirina wan hat temam kirin û hatin asta firînê paşê berî çolê dan.
Midûrê Navenda Rehabilîtasyon û Parastina Jiyana Beyanî Prof. Dr. Lokman Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navenda di sala 2011î da hat avakirin ji bo hemû heywanên beyanî dixebitin.
Aslan destnîşan kir ku bi Midûriyeta Herêma 14an a Parkên Neteweyî ya Parastina Tebîetê û Midûriyeta Çandinî û Daristanan da xebatên xwe dimeşînin, di vê çarçoveyê da heywanên ji ber sedemên cuda tînin navendê derman dikin.
Aslan got çend sal berê werşeqa ku nesla wê li ber tunebûnê ye derman kirin û berî çolê dan û wiha pê da çû:
"Me gur, hurç, rovî, jojî, sîqalk û cureyên sîqalkan derman kir. Me di van demên dawîn da jî 6 teyrên baz, 2 teyr, 3 legleg, qertelek, sorewilkek û 22 kew derman kirin. Me hemû berî çolê da. Wekî mayîn em dixebitin ku heywanên nesla wan li ber qelandinê ne jî zêde bibin."
Aslan got her demsalê çivîkên cuda derman dikin û wiha axivî: "Di nîsan û gulanê da herî zêde teyrên mozan tên. Me îsal jî gelek çivîkên ebabîl derman kirin. Di van demên dawîn da barçêmk zêde tên. Piştî nîsanê cûcikên qertelan zêde tên."