07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê hin rihspiyan li dijî PKKa rêxistina terorî peyama yêkîtiyê da.
Li Şirnexê bi serkêşiya walîtiyê civînek hat lidarxistin û ji Bêşebab, Hezex, Silopî, Cizîr û Guçlukonakê gelek rihspiyên Kurd beşdarî civînê bûn.
Ji rihspiyan Mehmet Gungor daxuyaniyek da nûçehihanê AAyê û got têkoşîna wan li dijî PKKa rêxistina terorî berdewam e. Gungor got wan li dijî rêxistina biryara îttifaqê daye û wiha axivî:
"Em li aliyê dewleta xwe ne. Li dijî PKKa rêxistina terorî emê xizmeta welatê xwe bikin. PKK nûnerê Kurdan nîne."