Önder Beyter
14 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
ŞIRNAK
Li Şirnexê ji bo heywanên çolê yên ku ji ber barîna berfê birçî man, xwarin daynîn çolê.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Şirnexê ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî û endamên Komeleya Duçerx û Xwezayê ya Cizîrê li tanga Bestayê ku stûriya berfê nêzîkî 40 santîmetreyan e, ji bo heywanên ku nikarin xwarinê peyda bikin, genim, giha û goşt danîn.
Midûrê Şaxa Şirnexê ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî Orhan Kalay diyar kir ku wan xwarin daynî ciyên ku heywanên çolê lê zêde hene.
Kalay got ku bi vî awayî rê li heywanên çolê tê girtin ku berjêrî nava gundan nebin û wiha dewam kir, "Heya dawiya adarê em ê li gorî şertên hewayê xwarinê daynin çolê. Em ji bo balindeyan genim, ji bo ajelên dirinde goşt, ji bo heywanên ku gihanên wan hene jî em giha û hêşînahiyê datînin."
Serokê Komeleya Duçerx û Xwezayê ya Cizîrê Îbrahîm Ugun jî got ku ew tevî komeke ku ji 20 kesan pêk tê beşdarî xebatê bûn û ji bo heywanan, wan xwarin daynî çolê.