18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê operasyonên esmanî birin ser herêmê Zap û Sînat-Haftanînê yên li bakurê Iraqê û 6 terorîstên amadehî dikirin ku êrîşî baregehan bikin, hatin berterefkirin.
Li gor agahdarkirina Sererkaniyê, di 17ê mijdarê da li ser herêmên Zap û Sînat-Haftanînê operasyonên esmanî hatin kirin û kozik, sitargeh û depoyên muhîmatê yên rêxistina terorê ya cudakar hatin îmhakirin.
Di operasyonên esmanî da 6 terorîstên amadehî dikirin ku êrîşî baregehên herêman bikin, hatin berterefkirin.