12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Li Şemzînanê ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Stenbolê de mirin mewlûd hat xwendin.
Mewlûd piştî nimêja esrê li Mizgefta Mezin hat xwendin û welatiyên ku beşdarî mewlûdê bûn ji bo şehîdan dia kirin.
Miftiyê Navçeyê Muhammed Degîrmencî got ku Xwedê rehma xwe li şehîdan bike û serê malbatên wan sax be. Degîrmencî diyar kir ku dê tu carî yekîtiya ummetê xira nebe û wiha axivî: "Xwedê belayê xwe bide kesên ku ev kirin. Kurd û tirk em hemû misilman in. Em hemû ji Xwedayê ku yek tenê ye re dia dikin. Tu kes nikare ku me ji hev bike."