Abdullah Tel
15 Sibat 2019•Rojanekirin: 16 Sibat 2019
VAN
Li bajarên Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê ya ser Herêma Rojhilatê Anadoluyê ne ji ber berf û pûkê rêya 708 wargehan hat girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand ku ji ber şert û mercên hewayê li navçeya Başkaleyê ji bo vekirina rêya 160 wargehî hewl tê dayîn.
Hat gotin ku li herêmên kersax ji ber hewaya sar astengiyên diqewimin, dewam dikin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 11mîn a Rêbejê da hat gotin ku li seranserê herêmê tu rêyeke girêdanê girtî nîne.
Midûrê Xizmetên Rê û Gihanginê ya Îdareya Taybet a Bidlîsê Umît Kurtkan daxuyanî da û got ku ekîbên rêvekirinê li seranserê bajêr ji bo rêya 193 gundan vekin dixebitin.
Li Mutkiya navçeya Bidlîsê jî ji ber şert û mercên hewaya xerab dibistan îro hatin tetîlkirin.
Li Mûşê jî ji ber berf û pûka car caran dewam dike rêya 205 gundan hat girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku ji bo paqijkirina rê 57 makîneyên kar û 98 personel dixebitin.
Hat ragihandin ku li Hekariyê jî ji bo vekirina rêya 45 gund û 105 gomên niha girtî ne ekîp xebatan didomin.