Abdullah Tel
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
VAN
Çatak a navçeya Wanê ya ku bi hingiv, baxçeyên gûzan û tesîsên masiyên deqsor va tê zanîn li herêmê bi pêk hatina hizûr û aramiyê va êdî ji bo şahiyên curbecur jî mazuvaniyê dike.
Şaredariya navçeya Çatakê li ser wezîfedarkirina Wezareta Karên Navxweyî ji bo şêniyên xwe xizmetan didomîne. Li Tirkiyeyê yek ji parkurên herî dirêj li navçeya Çatakê ye û ew jî bala kesên bi raftîngê ra eleqedar dibin dikşîne ser xwe.
Welatiyên ku ji ber germê aciz dibin dawiya hefteyê berê xwe didin navçeyê û sporvanên raftîngê jî di her fersendê da li ser Çemê Çatakê raftîngê dikin.
Çemê Çatakê êdî ji bo ekîba 67 kesan pêk tê û di heman demê da jî endamên Kûluba Sporên Gelî û Sirûştî ya Wanê ne devera spora raftîngê ye.
Wekîlê şaredar û Qeymeqamê navçeyê Haci Asim Akgul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çatak bi xweşî û sirûştiya xwe di demên dawîn da bala sporvanên raftîng û kanoyê dikişîne û wiha pê da çû: "Ziyaretvanên dema tên navçeyê çi çaxê bixwazin dikarin li ser Çemê Çatakê raftîngê bikin. Ew kes ewilî ji hêla ekîba di bin serokatiya antrenorê Şaredariya me Suleyman Bayat da tên agahdarkirin. Piştî perwerdehiyê jî li botan tên siwarkirin û di bin rêveberiya sporvanên profestonel da li ser avê kêfa raftîngê dikin."
Serokê Kûluba Sporên Gelî û Sirûştî ya Wanê Omer Demez jî destnîşan kir ku wan cara duyemîn îsal şahiya raftîngê organîze kir û wiha domand: "Çemê Çatakê sar e û ava wî wê zêde ye. Parkura duyemîn a herî dirêj a Tirkiyeyê ye. Di mehên havînê da ji ber ku av piçek kêm e em dikarin li serê raftîngê bikin. Em ji hemû rayedarên dewletê yên ku vê derfetê pêşkeşî me kirine ra spas dikin. Welatî dema bên li vê derê raftîngê bikin di wê navberê da wê rastî gelek dîmenên ji hev xweştir bên. Em li bendê ne bila kerem kin bên navçeyê."