Önder Beyter
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
VAN
Tê pêşbînîkirin ku li 4 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa dê pir û perçe ewrayî be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be û germahî jî dê 1 an jî 3 pile zêde bibe.
Herwiha tê texmînkirin ku ba jî wê ji milên bakur nerm, carinan jî nîveqewî rabe.
Li herêmê pileya germahiya herî nizim li Wanê 5, li Mûşê 4 û herwiha li Bidlîs û Hekariyê jî 3 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku pileya herî bilind a germahiyê dê nava rojê li Wanê 11, li Hekarî û Mûşê 10 û li Bidlîsê jî 8 pile be.
Li Behra Wanê hewa dê pir û perçe ewrayî be, ba jî dê ji milê rojava û bakurê rojava bi hêza 2-4, piştî nîvro jî bi hêza 3-5 va rabe.