30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2016
KARS
Li Sariqamişa navçeya Qersê li dijî rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin, di operasyonê da 4 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya ku hat hildan li nêzî Boyaliya Sariqamişê hêzên ewlekariyê gava ku li qada daristanê lêgerîn dikir, bi komeke terorîstan ra rûbirû man.
Di şerê navbera hêzên ewlekarî û terorîstan da 4 terorîst hatin kuştin.
2 eskerên ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Qafkasê.
Hat ragihandin ku operasyona li herêmê berdewam dike.