12 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
ANKARA
Li Enqereyê operasyon hat lidarxistin û di operasyonê da bi îdiaya ku endamê Partiya Kominîst a Marksîst û Lenînîst (MLKP) in, 10 gumanbar hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dike da, ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê û Îstixbaratê ya Midûriya Emniyeta Enqereyê li Çankaya û Mamakê operasyon bir ser hin adrêsan.
Di operasyona ku tîmên Hereketa Taybet pêşengtî kir da bi îdia ya ku endamê MLKPya rêxistina terorê ne, 10 gumanbar hatin binçavkirin.
Gumanbar piştî kontrola wan a tenduristiyê birin emniyetê.