28 Tebax 2018•Rojanekirin: 29 Tebax 2018
HAKKARÎ
Li Şemdinliya navçeya Hekariyê wesayîteke bizirx ya eskerî wergeriya. Di qezayê da 2 esker şehîd ketin 9ê wan jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, qeza li Derecîka bajeroka navçeya Şemdinliyê çêbû. Wesayîta bizirx a Fermandariya Tuxaya Hidûd ya 34emîn ya ku bi navê "kîrpî"yê jî tê zanîn gava ku dixwest ji gundê Samanliyê ber bi bajeroka Derecîkê va biçe wergeriya.
Di daxuyaniyê de hat gotin di qezayê de 2 esker şehîd ketin û 5ê wan giran bitevahî 9 esker jî birîndar bûn. Daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dermankirina eskerên me yên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê dewam dike û der barê qezayê jî lêpirsin dane dest pê kirin."