28 Gulan 2017•Rojanekirin: 29 Gulan 2017
HAKKARÎ
Şaredariya Hekariyê li baxçeyê avahiya hikûmetê şahiya remezanê li dar xist.
Welatî bi defê va ji bo şahiyê hatin vexwendin.
Wekîlê Walî Hasan Ongu, Wekîlê Şaredar Cuneyt Epcîm, Serdozgerê Komarî Artug Kurşat Şahîn, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Suvat Dîlberoglu jî piştî firatê bi welatiyan re çay vexwarin û sohbet kirin.
Protokol paşê li baxçeyê avahiya hikûmetê beşdarî şahiyê bû.
Bi kurdî û tirkî lîstika Hecîwat û Karagoz hat lîstin, helbest û îlahî hatin xwendin.
Di şahiyê de şekir li zarokan hat belavkirin.
Hat gotin ku şahî wê mehekê dewam bike.