Fatih Gazioğlu
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
HAKKARÎ
Li navend û navçeyên Hekariyê piştî operasyonên hêzên ewlehiyê welatî li gor salên berê meha Remezanê bihizûrtir derbas dikin.
Şaredariya Hekariyê li ser Kolana Cumhuriyetê ji bo welatî meha Remezanê bi kêfxweşî derbas bikin hin çalakî li dar xistin.
Piştî fitarê gelek malbat bi zarokên xwe re derketin kolanan û beşdarî çalakiyên şaredariyê bûn.

Şaredariyê bona zarokan listîka Karagoz û Hacîvat, muzîkal û hin çalakiyên konserê organîze kirin. Malbat û zarok bi çalakiyan gelekî kêfxweş bûn.
Ji organîzatoran Hatîce Doganê got ku çalakiyên wan wê heta dûmahiya Remezanê dewam bikin û wiha axivî: "Zarok gelekî kêfxweş bûn. Îsal em jî ji bo xatirê zarokan bidil hatin vê derê û gelekî memnûn man."
- Çukurca
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê ji bona welatiyan li ber avahiya hikûmetê platformek hat avakirin.
Piştî fitarê welatî tên vê derê û beşdarî çalakiyên şano, muzîk û anîmasyonan dibin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyan dan.