Abdullah Tel
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
MUŞ
Li Çarbihura gundê Vartoya navçeya Mûşê ku bi salan e ji ber bûyerên terorê xebatên sondaja ava vexwerinê sekinîne, ji nû va dest pê kir.
Li herêmê piştî operasyonên ewlehiyê ku aramî bi cih bû Qaymeqamtiya Vartoyê ji bo derxistina ava vexwarinê makîneya sondajê şand gundê Çarbihurê.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Mehmet Nurî Çetîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku navçeya wan li devereke çiyayî cih digire û 93 gund û 47 gomên wê hene.
- "Heke av dernekeve emê sondajê li dereke din bikin"
Çetîn qala xebatên ji bo welatiyan dikin kir û pirsgirêka ava vexwarinê ya nêzî 20 sal e li gundê Çarbihurê dewam dike bi bîr xist û wiha pê da çû:

"Demeke dirêj ji ber bûyerên terorê li van deran xebatên ji bo derxistina avê nedihatin kirin. Me endazyar û mutehît peyda nedikir. Li deverên teror lê tunebe dewlet karên pir baş dike. Dewletê berê jî dixwest li vê derê karên baş bike lê ji ber hebûna terorê endazyar û mutehît nedixwestin li vê derê bixebitin. Em niha li ser kar disekinin û sondajê didin kirin. Ev gund ava xwe ji gundên derdorê tîne. Me telîmat da heta av derkeve ewê xebatên sondajê bên kirin. Emê avê bînin gundê xwe. Em dewlet in, bihêz in û li cem gundî û welatiyên xwe ne. Li gor texmîna me wê aveke baş derbikeve. Heke av dernekeve emê li dereke din sondajê bikin."
- "Kêfa gundiyan hat"
Mixtarê gundê Çarbihurê Abdulbakî Kayaalp jî got ku 35 sal e li wî gundî dijî û wiha dewam kir: "Kaniya li gundê me têrê nake. Ev 20 sal e em bi motor, hesp û wesayîtan avê ji gundên derdorê tînin. Em cil û bergên xwe ji ber kêmasiya avê nikarin baş bişon. Em pir mexdûr dibin, zivistanê ji bo avê em berfê dihelînin. Ji ber van xebatan kêfa gundiyan pir tê. Birêz Qaymeqamê me Mehmet Nurî Çetîn ji me ra makîneya sondajê anî. Bi îzna Xwedê emê xwe bigihînin avê."
Ji şêniyên gund Gevre Topgul (63) û Yadîgar Kayayê jî ragihandin ku kaniyek bi tenê heye û ew jî têra gund nake roja wan li ser kaniyê derbas dibe û ji ber vê jî dixwazin av derbikeve.