02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2017
GAZÎANTEP
Li Gazîantebê di qezaya ku otobêsek wergeriya da 5 kes birîndar bûn.
Otobêsa ku Îhsan Başçanak diajot, palaqa wê 33 BYB 66 e û ji Mêrdînê diçû Mêrsînê, li kîlomêtreya 17emîn a rêya Gazîanteb û Şanliûrfayê ji rê derket û wergeriya. Di qezayê da 5 rêwî birîndar bûn. Navê wan hê ne diyar e.
Birîndar bi ambulansan va rakirin nexweşxaneyên bajêr û hat gotin ku rewşa wan a talûke tuneye.