Tirkiye

Li Ercîşê hosteyê sobeyan ji bo domandina meslekê xwe dixebite

Li Ercîşa navçeya Wanê Muhlîs Yildizê hosteyê sobeyan ligel emrê xwe yê mezin ji sac sobeyan çêdike û difroşe bajar û navçeyên lê zivistan giran derbas dibe

Haydar Şahin  | 14.11.2018 - Rojanekırın : 14.11.2018
Li Ercîşê hosteyê sobeyan ji bo domandina meslekê xwe dixebite

Van

VAN 

Li Ercîşa navçeya Wanê Muhlîs Yildizê hosteyê sobeyan ligel emrê xwe yê mezin ji sac sobeyan çêdike û difroşe bajar û navçeyên lê zivistan giran derbas dibe.

Yildizê 68salî yê ku kêmzêde 50 sal e ji çiraxiyê vir da sobeyan çêdike ji bo domandina meslekê xwe li dijî teknolojiyê liberxwe dide.

Li gel hemû dijwariyan û emrê xwe yê mezin Yildiz di dikana xwe ya 120 mêtreqereyî ya li Sîteya Pîşesaziyê ya Ercîşê da sobeyan û elbên sobeyan çêdike û pê nanê xwe bi dest dixe.

Yildiz ji bo ku meslekê xwe hînî nifşên pêşerojê bike hewl dide. Yildiz diyar kir ku bi hatine zivistanê ra eleqeya welatî nîşanî sobeyan didin jî zêde bû.

Yildiz destnîşan kir ku berê sobe bi çakuç û bankutan dihatin çêkirin lê nika makîneyên teknolojîk derketin û wiha axivî: "Nika li gor daxwazê 3 kes di rojê da 50 sobe û 300-400 elbên sobeyan çêdikin. Li vê derê çirax neman. Ciwan eleqeyê nîşanî vî karî nadin. Berê 10 dikanên sobe çêdikirin hebûn nika bi tenê 2 dikan man."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın