24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
ELAZIG
Li Elazîzê di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) da 60 polêsên din jî hatin girtin.
Li gorî agahiyan, di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeyê ya FETO da 190 personelên Midûriya Emniyeta Wîlayetê ji kar hatibûn dûrxistin. Serdozgeriya Komarê ya Elazîzê biryar da ku ji van personelan 60 kes werin girtin.
Piştî biryara serdozgeriyê, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxçîtî û Organîze ya Midûriya Emniyeta Wîlayetê, 60 kes li aderesên xwe hatin girtin.
Ji kesên binçavkirî 9 kes midûrê emniyetê ne, 11 kes jê amîrên emniyetê ne, 20 kes jê komîser û alîkarê komîser in, 20 kes jî jê polês in.
60 gumanbar piştî kontrola wanî bijîşkî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Elazîzê birin emniyetê.
Di çarçoveya hewla derbeyê ya FETO da 190 personelên Midûriya Emniyeta Elazîzê ji kar hatibûn dûrxistin.