Abdullah Tel
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekira ku hizûr û aramî tesîra xwe nîşan dide tûrîzm jî geş bû.
Diyarbekira qedîm û bajarê gelek şaristaniyan ku di heman demê da wek paytextê Herêma Başûrê Rojhilatê Andoluyê ye bala tûrîstên xwemalî û biyanî dikişîne ser xwe.

Tûrîstên ku tên Diyarbekirê bi taybetî Bircên Bajêr, Kompleksa Muzeya Îçkaleyê (Nava Kelhê), Sûr û Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da, Mizgefta Mezin a wekî Herema Şerîf a 5an tê zanîn, Dêra St. George, Xana Artukiyan, Pireya Deh Derî, mûzeyên Ziya Gokalp, Cahît Sitki Taranci, Sezaî Karakoç û Ahmet Arîf, meqamên pêxemberan û gorên sehabeyan ziyaret dikin.

Bajarê ku di qada çand û dîrokê da xwedî mîrateyeke baş e bi mazûvaniyê va mêvanên xwe jî kêfxweş dike û bi vê jî zêdetir bala tûrîstan dikişîne.

Ji hundir û dervayê welêt gelek kes tên serdana bajarê Diyarbekira ku çar alî bi beden e û mîna muzeyeke servekiriye.
Tûrîstên li bajêr digerin ji ber dewlemendî û mazûvaniya bajêr gelekî kêfxweş in û qismek ji wan dixwazin ku bên û li Diyarbekirê bi cih bibin.
Esnafên bajêr jî dibêjin ku bi hatina biharê û arambûnê va tûrîst zêdetir berê xwe didin Diyarbekirê, li gora dilê xwe digerin û kêf dikin.