Tirkiye

Li Diyarbekirê 3 kesên ku diruşmên PKKê berz kirin hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê di vebûna buroya hilbijartinê da ji ber diruşmên pesindana Abdullah Ocalan, 3 kes hatin binçavkirin.

23.05.2018 - Rojanekırın : 23.05.2018
Li Diyarbekirê 3 kesên ku diruşmên PKKê berz kirin hatin binçavkirin

Diyarbakir

DIYARBAKIR 

Li Baxlara navçeya Diyarbekirê di vebûna buroya hilbijartinê ya HDPê da diruşmên pesindana serokê rêxistina terorê PKKê Abdullah Ocalan hatin berzkirin û li ser vê yekê 3 kes hatin binçavkirin.

Li taxa Mewlana Xalid a navçeya navendê Baxlarê buroya hilbijartinê ya HDPê hat vekirin. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û hin palamenterên HDPyî tevlî vebûnê bûn.

Buldanê li vir axaftinek kir û destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinê da teqez bi ser bikevin û herwiha xwest, buroya ku hat vekirin, ji bo encamên hilbijartinê û demokrasiyê bixêr be.

Buldanê diyar kir ku hilbijartinên 24ê Hezîranê seba Tirkiyeyê destpêkeke nû ye.

Piştî axaftinan endamên partiyê ligel dahol û zirneyê govend gerandin.

Di govendê da diruşmên pesindana serokê rêxistina terorê PKKê Abdullah Ocalan hatin berzkirin û li ser vê yekê 3 kes hatin binçavkirin.

Li ewlekariyê miemeleyên berşikan didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.