15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
ÇANAKKALE
Li Çankkaleyê bi şev di saet 01.38an de bi lerza 4,6an erdhej çêbû û piştê vê erdhejê bi lerza 4,3an erdhejeke din jî çêbû.
Li gor daneyên Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîriyê (AFAD) li navçeya Ayvacika Çanakkaleyê di saet 07.03an de bi lerza 4,3an erd hejiya. Hat diyarkirin ku erdhej bi qasî 6,2 kîlometroyî di binê erdê de çêbû.
Her wiha ragihandin ku di navbera erdhejên 4,6an û 4,3an da bi lerzên di navbera 1,0 û 2,8an de 26 erdhej çêbûn.