Valakirina alavên alîkariyê yên "Keştiya Qenciyê" ya 17emîn a Tirkiyeyê kuta bû

Ankara
Li Bendera El-Arîşê ya Misrê valakirina alavên alîkariyê yên "Keştiya Qenciyê" ya 17emîn a Tirkiyeyê kuta bû.
Di kordînasyona Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) da bi piştgiriya 17 saziyên civaka sivîl 900 ton alavên alîkariya însanî hat amadekirin û ev alav di nava 2 rojan da bi temamî ji keştiyê hat valakirin.
Alîkariya ku ji laka dergûşan, paketên xidayê yên amadekirî, berên konserveyê pêk tê, li 52 TIRan hatin barkirin.
Alavên alîkariya însanî bi tevkariya Heyva Sor a Misrê wê ji Deriyê Sînor ê Refahê ra bigihînin Xezeyê.
"Keştiya Qenciyê" ya 17emîn jî wê ji bo vegerê ji Bendera El-Arîşê veqete.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.