Tirkiye

Li Bulanikê nêçîrvanan xwarin danî çolê

Li Bulanika Mûşê nêçîrvan û xwezahezan ji bo heywanên kûvî êm danîn çolê.

Önder Beyter  | 17.01.2019 - Rojanekırın : 18.01.2019
Li Bulanikê nêçîrvanan xwarin danî çolê

Muş

MUŞ 

Li Bunalika navçeya Muşê endamên Komeleya Nêçîrvan û Xwezahezan ji bo heywanên kûvî yên ku zivistanê nikarin ji xwe ra xwarinê peyda bikin, xwarin danîn çolê.

Serokê komeleyê Adem Şamiloglu ligel endamên komeleyê hat pêşa Çiyayê Bilîcanê ku ajelên kûvî lê hene.

Kesên di nava komê da paşê seba ajelên ku zivistanê bi zehmetî xwarinê peyda dikin, xwarin danîn çolê.

Şamiloglu di daxuyaniya xwe da diyar kir, ji ber ku berf zehf ketiye, heywan nikarin ji xwe ra xwarinê bibînin û wiha dewam kir, "Me 500 kîlogram êm danî deverê da ku çîvik û heywanên din ên kûvî hişk û telef nebin. Daxwaza min ew e ku bira tukes bi qaçaxî dernekeve nêçîrê û heywanên ku neslê wan hindik maye biqele, negire. Heywan jî rihber in. Heya ji destê me were em ê hewl bidin ku êm daynin herêmê."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın