Li Bexdayê êrîşa xwekujiyê: 8 mirî û 11 birîndar
Di êrîşa xwekujiyê da 8 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn
Baghdad
BEXDA
Hat ragihandin ku di êrîşa xwekujiyê ya li Bexdaya pêk hat da 8 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan di parkekê li herêma eş-Şûleyê ya li bakurê Bexdayê da êrîşa xwekujiyê qewimî. Di êrîşê da 8 kesan can da û 11 kes jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê der barê bûyerê da lêkolîn dan destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.