ekîp
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
VAN
Şêniyên Ozalpa navçeya Wanê ya ser sînorê Îranê ku ev çend sal in hesreta xizmetên şaredarvaniyê ne bi saya wezîfedarkirina Wezareta Karên Navxweyî va gihîştin mirazê xwe.
Şaredariya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî da kirin êdî çavkaniyên şaredariyê ji bo xizmeta gel û navçeyê xerc dike. Di sepandina projeyên şaredarvaniya civakî, parqên zarokan û binesaziya navçeyê da pêşveçûnê dest pê kir.
Rêyên navçeyê yên mirov nikaribû berê ji ber heriyê tê derbas bibe hatin nûkirin, hejmara parqan hatin zêdekirin û di heman demê li gor daxwazên gel jî proje tên amadekirin.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Ferhat Vardar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan nêrîna şaredarvaniya qedr û qiymetê dide daxwazên mirovan û hewcedariyên wan çareser dike ji bo xwe hilbijartine.
Vardar destnîşan kir ku dema hat wezîfedarkirin tiştê ewil bala wî kişand zêdeyiya xebatkaran bû. Wî got ku û ji ber mehanî zêde didan karkerên taşeronê şaredariyê jî bo gel xizmetê baş nedikir û wiha pê da çû: "Beriya me kesên nêzî rêxistina terorê ne hatine hildan. Me jî wan kesên têkîliya wan bi rêxistina terorê ra hene û nêzî wê ne ji şaredariyê avêtin. Di şûna wan da jî li gor hewcedariyê personel hat hildan û bi vê rêyê jî zêdebariyên ser pişta şaredariyê hatin rakirin."
- "Qelîteya rêyan zêde bû"
Vardar diyar kir ku piştî wezîfedarkirinê budçeya Ozalpê ji bo navçeyê tê xerckirin û ji ber vê kêfxweş e û wiha pê da çû:
"Me li Taxa Îstasyonê direnaja ava şiliyê û 90 hezar mêtreqere kevirên rêyan çêkir. Me navçeya navendê ji çemûr û tozê xilas kir. Me li taxên Cumhuriyet û Mehmûdiyeyê jî 35 hezar mêtreqere rê kevir kir. Welatiyên me dibêjin ku ji bo van bextewar bûne. Me li Taxa kargaliyê 25 hezar mêtreqere rê kevir kir û tax ji toz û çemûrê xilas kir. Li navenda navçeyê xebatên me yên ku dewam dikin hene. Bi xebatên me va qelîteya rêyan zêde bû."
- "Di dîroka navçeyê da veberhênana herî mezin"
Vardar destnîşan kir ku bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin va li Ozalpê veberhênanên mezin tê kirin û wiha axivî:
"Şaredariya Bajarê Mezin 62 kîlomêtre rê bi asfalta germ va asfalt kir. Di dîroka navçeyê da veberhênana herî mezin ev e. Wekî mayîn 42 kîlomêtre rê jî bi asfalta normal hat çêkirin. Îsal Şaredariya Bajarê mezin 20 milyon lire pere ji bo rêyan xerc kir. Ev veberhênaneke mezin e. Me rêyên 25 taxan stabîlîze kir. Me li 20 taxan hezar mêtreqere park çêkir. Li van parkan xêncî ciyên lîstika zarokan kamelya, rêyên meşê hene. Me xebatên parkan li 16 taxan temam kir û li taxên din jî xebat dewam dikin. "
Wezareta Karên Navxweyî di 12ê îlona 2016an da li Şaredariya Ozalpê wezîfedarî kiribû.