12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
SÎÎRT
Piştî ku li şaredariya navçeya Erûha Sêrtê cîgirê şaredar hat wezîfedarkirin, ji bo ku navçe modern bibe û xizmet werin kirin, xebatan dest pê kir.
Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî bi biryarnameya hukmê qanûnê (KHK) Qaymeqam Murtaza Dayanç wek Cîgirê Şaredarê Erûhê wezîfedar kir, Dayanç dest bi xebatê kir ku welatî bighîjin xizmetan. Dayanç plana îmarê jî kir rewacê. Li gor planê pêşî li ber bajarbûna modern vedibe, paqijî tê kirin, rê û parq tên çêkirin.
Xebat bi duruşmeya "Bajarekî kêfxweştir û aramtir" tên meşandin. Ji bo tengasiya ava vexwarinê jî were çareserkirin depoyeke ku 2 hezar û 500 ton avê hildide li bernameya veberhênanê hat zêdekirin.
Li navçeyê di warê îmar, paqijî, avahî, ava vexwarinê, qadên civakî da xizmetên werin kirin.
Dayanç qala projeyên ku wê navçeyê bike navçeyeke modern kir.
Dayanç diyar kir, piştî ku ew li Şaredariya Erûhê hat wezîfedarkirin, dest bi xebatê kir û got ku wan bi duruşmeya "Bajarekî kêfxweştir û aramtir" dest bi amadekirina projeyan kir û wê van projeyan yek û yek bikin rewacê.
Dayanç wiha axivî: "Karê şaredariyê nayê wê wateyê ku meriv ji bo çal, barîkatên rêxisitên terorê û îdeolojiyan xizmetê bike, divê meriv ji bo fermana welatiyan amade be. Di wezîfeya xwe da em ê bidin nîşan ku karê şaredariyê ji bo xizmeta gel tê kirin. Em ê ji bo pêşketina sosyoekonomîk bixebitin û bi edalet tevbigerin." Dayanç got ku ev misyoneke dîrokî ye ji bo wan.
Dayanç got ku armanca wan ewe ku di nav salekî de navçeya Eruhê bikin cihekî modern, spasiya welatiyan kir ku ew piştgiriyê didin xebatên ku tên meşandin.
Dayanç anî ziman ku li navçeyê rojê du caran çop tên berhevkirin, kuçe tên paqijkirin û wiha behsa xebatan kir: "Der û dora gotistana navçeyê û dîwarên wê tên çêkirin. Di nav du mehan de 20 hezar mêtroqereyî kevirên parkeyê li ser rêyan hatin edilandin. Avahiyê şaredariyê hat nûkirin, 5 wesayitên nû hatin kirîn û ji 5 wesayîtan jî siparîş hat dayîn. Ji bo pirsgirêka avê bê çareserkirin û depoyeke 2 hezar û 500 tonî bê avakirin jî xebat tên kirin."
Dayanç got ku xebatên ji bo otogara navçeyê, baxçeyên 4 dibistanan, meydana navçeyê, kolana Cumhuriyetê û peyzaj jî tên kirin .
- "Bona avahiyên TOKIyê daxwaz tên berhevkirin"
Dayanç destnîşan kir ku projeya 4 parkên bona zarok û malbatan ên ku dê li lokasyonên cuda cuda yên li navenda navçeyê bên avakirin, di asta îhaleyê da ne û wiha dewam kir:
"Peywendî bi TOKIyê ra hat danîn û herwiha daxwazên welatiyan tê berhevkirin. Bi vî awayî yek ji kêmasiyeke sereke ya navçeya me dê were çareserkirin. Ji xeynî van projeyên mayîn jî tên amadekirin û Projeya Qonaxa Hikûmetê jî dest pê kir. Projeya Navenda Ciwanan jî di bernameya veberhênanên sala 2017an da ye. Heya ku em li ser wezîfeyê bin emê xebatên xwe di çarçoveya daxwaz û kêmasiyên xelkê navçeyê da bimeşînin."
- "Xwedê ji yên ku keda wan tê da heye razî be"
Herwisa welatî jî ji xebatên şaredariyê yên ku bênavber tên meşandin, kêfxweş in.
Welatî Omer Beştaş kêfxweşiya xwe ya ji ber xebatan îfade kir û bal kişand ku li navçeyên xizmetên baş tên kirin û wiha got, "Xwedê ji yên ku keda wan tê da heye razî be."
Şakir Kaya jî got ku piştî wezîfedarkirina nû, şaredariyê dest bi hemleyeke zexm a xizmetê kir û wiha pê da çû:
"Qaymeqam Dayanç pirsgirêkên navçeyê di cih da tespît dike. Xebatên rê, av û parkên zarokên zû dest pê kirin. Em wekî welatî ji xizmetan xweş in."
Esnaf Esat Teymurtaş jî got ku tevahiya budçeya şaredariyê bona xizmetê tê emilandin.
Teymurtaş bal kişand ku wecheyê navçeya Erûhê diguhere û wiha xeberda, "Wekî navçe li pêşiya me pêngaveke moderntir heye. Xebatên gelek mezin tên kirin. Bacên welatiyan di cihê xwe da tên emilandin. Em wekî welatî ji xizmetên şaredariyê memnûn in."