Tirkiye

Ji mamosteyên Sêrtî helwesta qenc

13 mamosteyên li Eruhê, bi awayekî xwebexş dibistanên gundan ên ku pêwîstiyên wan hene tesbît kirin û herwiha kêmasiyên van dibistanan temam kirin.

Önder Beyter  | 14.11.2018 - Rojanekırın : 15.11.2018
Ji mamosteyên Sêrtî helwesta qenc

Siirt

SÊRT 

13 mamosteyên ku li Eruha navçeya Sêrtê peywirê dikin, bi awayekî xwebexş dibistanên gundan ên ku pêwîstiyên wan hene tesbît kirin û alav û eşyayê ku berhev kirin ji van dibistanan ra şandin.

13 mamosteyên ku li dibistanên li navenda Eruhê peywirê dikin, wekî alîkarî, boyax, mase, dolab, pêlîstik, pirtûk û alavên paqijiyê ji Dibistana Seretayî ya Yerlî Çobanê ra şandin.

Midûrê Şaxê yê Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Fîkret Keskîn ku yek ji 13 mamosteyên xwebexş e, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku mamostetî ne bi tenê ew yek e ku mirov di polê da dersê vebêje û herwiha got mamostetî di heman demê da ew yek e ku divê mirov dilê xwendekaran xweş bike, xwe bi wan bide hezkirin û qîmetê bide wan.

Keskîn bal kişand, ji bo ku dilê zarokan xweş bibe, wan jî xwest ku ciyê ku zarok lê perwerdeyê dibînin xweşik bikin û di vê çarçoveyê da jî wan bi mamosteyên ku nû li navçeyê dest bi peywirê kirine ra li ser şert û mercên navçeyê û rewşa fîzîkî ya dibistanan nêrînên xwe ji hevdu ra anîn ziman.

Keskîn wiha axivî, "Me xwest ku em dibistana gundekî hilbijêrin û ji serdanpê nû bikin. Bersivên erênî yên mamosteyên me, ev daxwaza me zêdetir kir. Me wekî pîlot, Dibistana Seretayî ya Yerlî Çobanê hilbijart û me dest bi tesbîtkirin kêmasiyên wê kir."

Keskîn diyar kir ku wan pêşiyê dibistan boyax kirin û dû ra jî wan kêmasiyên polan temam kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın