Tirkiye

Ji Heyva Sor a Tirkî bo destengên Helebceyî alîkariya zivistanê

Heyva Sor a Tirkî wekî alîkarî kincên zivistanê û sobe dan malbatên desteng ên ji Helebceya bajarê Iraqê

Önder Beyter  | 20.01.2019 - Rojanekırın : 20.01.2019
Ji Heyva Sor a Tirkî bo destengên Helebceyî alîkariya zivistanê

Arbil

HEWLÊR

Heyva Sor a Tirkî alîkarî da malbatên desteng ên ji bajarê Helebceyê yê Iraqê.

Serokê Delegasyona Alîkariya Mirovî ya Bakurê Iraqê Utku Akbaş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan wekî alîkarî kincê zivistanê û sobe dan malbatên desteng ên li Helebceyê.

Akbaş diyar kir ku ew ê fealiyetên xwe yên alîkariya mirovî yên li Iraqê bidomînin û wiha got, "Em 100 heb sobe, 100 heb tilimê xewê, 100 heb betanî û 100 qolî jî kincên zivistanê wekî alîkarî didin malbatên desteng ên ku li navenda Helebceyê û gundên wê dijîn."

Utku Akbaş herwiha got ku Heyva Sor a Tirkî ji îlona 2018an vir va li Iraqê alîkariya zivistanê da 65 hezar kesî.

Alîkariyên mirovî yên Heyva Sor a Tirkî ên ji bo însanên ku li Iraqê piştî êrîşa rêxistina terorê DEAŞê bûn koçber û li kampan dijîn, bênavber didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.