17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Îlahiyatnas û nivîskar Îhsan Elîaçik di doza ku ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê ya çekdar" dihat darizandin da bi 6 sal û 3 meh cezayê hebsê va hat cezakirin.
Rûniştina dozê li Mehkemeya Cezayê Giran a 26em a Stenbolê hat kirin û Elîaçik û parêzerê wî beşdar bûyê.
Di rûniştinê da piştî ku Elîaçik der heqê naveroka dozê da parastina xwe da, mehkemeyê biryara xwe eşkere kir.
Mehkemeyê seba gotinên wî yên axaftina wî ya konferansa Kongreya Îslamê ya Demokratîk ji bo sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê ya çekdar" 6 sal û 3 meh cezayê hebsê da Elîaçik.
Mehkemeyê ceza kêm nekir û ji bo Elîaçik qedexeya derketina dervayî welêt û Stenbolê danî û bi şertê ku di heftê da 2 rojan îmzeyê bavêje û hukmê kontrola edlî da.
Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê va hat amadekirin û di îdianameyê da hat îdiakirin ku bersûc Îhsan Elîaçik di malpereke înternetê da dinvîse û di nivîsên xwe da propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kir û xwest ku bersûc ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê ya çekdar" were cezakirin.